Erdnîgarîya hilweşandî Şiiri - Mahsum So ...

Mahsum Solmaz
12

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Erdnîgarîya hilweşandî

Bû agir û pêt ji bo daristanan şopên evînê
Gerdûn bêbingeh û bêwate ma li kendala tuneyînê
Li pişta çiyayekî xezalek bû sêwîyê avê
Çûkên awaz xweş, bûn koçberên dilsoziyê.

Jiyanê sînga min dişkîne , bi awayekî zordestî
Tenê dimînim li hemberî erdnîgariya hilweşandî
Ji bo min çiyayên bilind nabin stargeh êdî
Li nav behra helbestan dimînim bi dilekî westiyayî.

Mahsum Solmaz
Kayıt Tarihi : 28.2.2026 00:57:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!