Erdheja Wan Erdîş ê Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Erdheja Wan Erdîş ê

Wey li me wey li me erdhej hat ket warê me
Li çû, hat wek dergûşan wek pêlên tev mirinê
Xubare, ewrê reşe bobelate hat ser me
Evder Wan’e Erdîş’e, qêrîn ket nav gelê me

Yekşem e me bû mirin, payîz jî ar û kozir
Kekê min dem nexweşe bi me re qîr, qetrane
Jiyana me jî nema ax li me karesete
Ne qeder ne jî bexte, roj me re qiyamete

Felek navserê me xist ne can ma ne jî xanî
Kesek ser me de nehat birîna me zehf kûre
Hemû der helweşîyan xwelî ket nav çavê me
Pir birîndar zehf mirin zelzele bû para me

Kon nedan xwarin nedan heyfa me tê zarokan
Berf û baran dibare şev jî tim pir sayî ye
Derman û bijîjk tune, agir ket nav gelê me
Arîkarî nadin me Enqere bû bela me

Evder Wan’e Erdîş’e hewara me Kurdan e
Rê girtin û rê nedan kes nehat hewara me
Dilê me xwîn dikişe Kurdîstan bû gora me
Enqere şa dibe roj me re qiyamete

Wey li me wey li me hebûya dewleta me
Ê bihata li bo me sivik bikira derdê me
Ê xwarin jî bida me ê derman jî bida me
Ê bahata li ba me bipêçanda birîna me

26.10.2011
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 28.10.2011 14:28:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu