Ketim bin malê dûinya yê
Diqîrim dengê min dernayê
Halê min ê çave dayê
Kesek hewara min nayê
Nava bêton û demira
Bedena min binê kevira
Ez eger bimrim dayê
Heqê xwe helalkin ji min ra
Ew însanê bê vîjdane
Dîn îmanê xwe firotine
Mala wana jî wêrane
Bêton û demir dizîne
Dibêjin Ewa erdheje
Gello çima diheje
Zûlma insanê kotî
Nînve eva çîye bêje
Ew însanê kerr û gêje
Ew şîre xav jî dimêje
Ew pirsê pîs ji dibêje
Ew zûlme, ne erdheje
Ew xwîna me jî dimêje
Mîkrofon ji dêstdaye
Quran Mihammed dibêje
Dereve yan raste bêje
Quran Mıhammed jî texe
Rihê te ji bedenê derxe
Ew devrane ne bê çerxe
Ew bin enqazêda berxe
Zare zara dayîkane
Kale kala zarokane
Dayî dibê berxêm kanî
Zarok dibê dîyam kanî
Hewar Adıyaman'ê
Ew bê xûyî berdane
Dibên warê kurdane
Gello kurd ne însane
Law ew çerî vîjdane
Law ew çerî însane
Ne însan ew şeytane
Mahlûqê bê vîjdane
(03.03.2023)
Erhan Gündere 2Kayıt Tarihi : 9.8.2024 16:43:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!