Eraq Serxweşre Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
109

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Eraq Serxweşre

Eraq serxweşre av ne serxweşre çiqa xweş
Ey evîndarê evîna evîna te li min pir xweş

Nêrîna te li min, ava jiyanê li ser dilê min
Ger parîyek hebim, îdî bila ew jî nebim

Cezerî Şîrazî digel zuherî, hemî tevlîhevkim
Hevîrê wa jibona te, li tenura xwe levkim

Ey dildarê dila, gurçik nexweş û kula
Ger tibê bila bila, çav reş dibin bi kila

ser tîrêja ra tunînin, ew tîrêjê li bejna te
Tîrêjê roj û heyvin, xwe veşartî jibona te

Ey gelî Kekê heval, ger bimrim nebînim delal
Veşêra li ber deryê xezal, da bibînim wê zelal

An ji axa gora min, cêr û qahfik çêbikin
Ava Jîn tijî bikin, li ser dilê evîn bikin

Ewna li fêkî hingiva an jî yê meşa hingiva
Ez Zinanim hêjî çawa çêdikê meş a hingiva

Ez dizanim rêya wî, rêya herî ewe rast
Gotinê ji hingiv tevî, her dema a raste rast

Li balêya Paş û pêşî her dema çep û rast
Çona rêya li ba wîya ger lê hebê ser bi rast
Helbest, Lekbêj

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 29.2.2020 18:14:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Zandar Amari