Eman Eman Ax Yeman Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2563

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Eman Eman Ax Yeman

Eman eman ax yeman, jana dil min dêşîne
Min êşe û tofane serê min de ar dibare
Hawar hawar dilberê deşt û zozan qet neman
Zû were dest bide min ez ser gira Qers’ê me

Eman eman ax yeman welatê me de şere
Ne bostan ma ne reze bi salane rewş eve
Dijrabûna gelane hovîtîya Romê ye
Delalê bi lez were, vêgavê ez Çel’ê me

Eman eman ax yeman hawêr li me agir e
Ez lehîyê êşanim oy ev çito demane
Lê kêmasîya min ewe evîndarê welatim
Rindê werê zû werê ez ser deşta Muş’ê me

Eman eman ax yeman êşa min jî pir tuje
Ez rebenok ez egît bendewarê welatim
Can bi dil ez dinalim jandarim û xemdarim
Hesê min pir giran e bedew ê ez Wan’ê me

Eman eman ax yeman ez qurbana lehengan
Tim azadî dixwazim, dermanê derdê mine
Hûn çêkin ser Amed’ê paytexta Kurdîstan ê
Keçê werê zû werê ez çiyaê Cudî me

14.12.2011
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.12.2011 01:16:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu