Em cotkarin em gavan em xulamin û şivan
Armanca me şoreşî em naxwazin bêbextan
Em rabûn em şîyarin em nakevin nav xewê
Rabin werin zu werin rûmetvanên me werin
Em şoreşger û şervan em şêrin tim dimeşin
Barê ser me pir giran em xortin û em keçin
Em bimirin pakrewanin û bimînin xazî nin
Em şervanên bindestan em zarokên gela nin
Dem mera pir xweşe em rabûn em piya nin
Serîhildane,berxwedan xwe ragirin û werin
Werin werin tev werin dikevin nav şerê me
Şerê me bo azadîyê em mafê xwe daxwazin.
Em cotkarin û karker em gundîne û rêncber
Barê ser me pir giran gel dozvanin gel rêber
Em naxwazin dizekan,bicehmînin karsazan
Pergal wan ne xweşe koma wan jî mêrkuj e
Werin werin de werin hewildane,serîhildan
Şoreşî bo me divêt em naxawazin karsazan
Hebûna gel hebûna me gelê cihan biraê me
Keç û xortê tev çûn çiyan ê şoreşîyê avakin
12.09.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 22.9.2009 14:53:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
biji azadi, bimre koleti..!
xwese bê helbest, saxî dile tê...
lıserve nıvıstaniyate disa idatew remezane pirozbe...
TÜM YORUMLAR (4)