Em Ronî yê Avadikin Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Em Ronî yê Avadikin

Ez şoreşger û dozvaneke kalim
Ji bo azadî yê her dem ba we me
Birano bo rojên ronî şiyar bin
Natewim, natirsîm! Ez tim ba we me

Birê min de rabe, îro xweş roj e
Roja bextewaran bi her wext xweşe
Ya rastî serxewbûn bi ked daxwaze
Gelan re bimeşe! Meş, meş bimeşe

Mafê me ye! Ku em jî azad bijîn
Kekê ev der welatê bihişt ê ye
Roja serxwebûnê, her dem hêvî ye
Gelên bindest, benda rizgarîyê ye

Birê min, xwîşka min; ax mafê me ye
Vê axa pîroz de, rabin ser pîyan
Li mafê mirovan, heqê me ye
Ji bo azadî yê rabin ser pîyan

Em bi destan ronî yê avadikin
Qîrîna şoreşan, bextewarî ye
Bi hêviya gelan hêviya xweş e
Pir salan e ji Kurd'an hawarî ye

Ev der axa me ye, ax jî piroz e
Welat wek ziman û ax şanazî ye
Gel re pêşerojê bikin ronahî
Gel zilmê, ne qayîl ne razî ye

Mehmet Çobanoglu
15.07.2023
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.7.2023 23:43:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu