Xezalê xezalê xezala çiya ê bilind
Xwe berde nav gelê me koma me û dilê me
Wek çemê aştî yê wek evîna azadî yê
Berva Biharê ye û siteme, tade li me
Xezalê xezalê xezala çiya ê bilind
Li dîsa me şere; dîsa me agire, şewate
Meyîtên me mirîyên me, perçe perçe kirin
Bawer ke Serokwezîr ê Tirkan hove, qeleşe
Xezalê xezalê xezala çiya ê bilind
Di mar û mişkin direvin, Dirsîm ber gulane
Agire, şewate li jorde jahre dibare
Ev êrişa ser me qeleşîya Erdogan’e
Xezalê xezalê xezala çiya ê bilind
Gelên me tev şîyar bûn serîhildan me ye
Heval û hogir rabûn ev doza me Kurda ye
Fêlin Tayyip, fêlên devlata Ali-Osman’e
Xezalê xezalê xezala çiya ê bilind
Dimeşin, ez qurbana wan şerên azadîyê
Me soz da hemû pakrewanan, me soz da hevalan
Emê textê Erdogan bihejînin, hilşînin
Xezalê xezalê xezala çiya ê bilind
Şoreşgerî hebûne, bindestî tunebune
Emê biratîyê avakin, azadîyê şênkin
Van şervanan û wan şehîdan jî qet bîr nakin
Xezalê xezalê xezala çiya ê bilind
Tolhildan, serîhildana bo me azadîyê ye
Sonda me doza me ev rîya me tim aştîyê ye
Em nahêlin Tayyîp Erdogan bê welatê me
12.05.2011
Yildirim
Kayıt Tarihi : 12.5.2011 15:24:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!