Em Kînin Şiiri - Hüseyin Trk

Hüseyin Trk
20

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Em Kînin

Em kurdin, serbilind li himber wehşa
Emana me bir romî û ceşa,
Ala azadi xûya kir engûşt,
Dîroka qiréc li ber berşo şûşt.

Em kurdin, mafxwazin awayé şervan
Gur dizûryan me lew re em berxvan
Me tix da bayé, qetya jé zîwan,
Qewirand qijik bi daré erxewan.

Em kurdin, ji qewmé rostemé reş
Meydana cengé de wek beranén beş,
Şûr li ba kir me weke zulfîqar,
Seryén ser cendek pé dianî xwar.

Em kurdin, xwendevan, zîrek, medenî,
Tevgera ji bo me qiréc û genî,
Ev rewşa nexş bû ket ser û mejîya,
Ji ber xortén zîrek erd dihejîya.

Em kurdin, emin ‘esa dest Mûsa,
Ji zinaran avé em derxin dîsa,
Pé bixemil geli, zozan û deyşt
Xoşamedkin em bi seyran û geşt.

Em kurdin, zimané me kurmancî,
Em bixwe hesyan neyar girt sancî,
Ji sefahaté kém nîn Dîwana Mela,
Çelkin Çîlén wan bixwînin sela.

Em kurdim, ji ometa Péximber,
Me héz daye xwe neyar derxin der,
Jîyané dibén ger bi biratî,
Rakin ji nav xwe vî put û latî.

Em kurdin, ka hûn çi dibéjin,
Ger wek hevwelat bi hev re bijin,
Wé dem ji nav me ev şerra rawest,
Weke du bira şénkin seramest.

Hüseyin Türk

Hüseyin Trk
Kayıt Tarihi : 8.1.2011 12:49:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Hüseyin Trk