Em Ketim Destê Hecî û Xoceyan

Kazım Özdemır
68

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Em Ketim Destê Hecî û Xoceyan

Welat perîşan, milet belengaz
Li alîyek xoce, li alîyê din hecî bibaz
Xoce bû ye hîlekar, Hecî canbaz
Xoce bi kaxiz û nivişt, bû wek sêhirbaz

Hecî ji bo navê xwe diçe hicê
Xoce çav berdide jinê û keçê
Xoce li dû gotina Xwedê naçe
Destê hecî girtîye, di rîya xirab da diçe

Kesek li vî welatî nemaye Misilman
Her alî hacî yê an jî xoceyê bê dîn û îman
Ey wax ji destên van xoce û hacîyan el eman
Hecî derewçî ye, xoce jî wek wî her yeman

Kesên Anedolê tim ji hev ra dibêjin xoce
Hecî li hicê xwe dewlemend kir, pere hiçe
Li Kurdistanê herkes hicûmî rîya hicê kir ji bo peran diçe
Herkes dibêje ji bo Xwedê, kes nizane belê hecî çî pîçe

Ev hacî diçe beytê şertê dîn nayne cî
Yekî vî alî girtî ye, ê din jî girtî ye wî quncî
Hecî welat girtine, ketine her cî û her quncî
Belê herkes ji ê din ra dibêje 'hecî'!

Em di nav hecî û xoceyan da man gej û şaş
Xoce li alîyek, hecî li alîyek, milet kirin caş
Hecî diz û sixte, xoce derewçî, bê wijdan û faş
Hal û pergala milet nexweş, kes nema baş

Hey xoce, hey hecî, dê êdî were
Ji bo we dîn, îman, wicdan tev bu pere
Ev xoce ne insan e, wele wek ker e
Eker win pırsa Hecî bikin ev jî ker kurê kere

Tetwan, 16.08.2007, 23.43

Kazım Özdemır
Kayıt Tarihi : 17.8.2007 16:21:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


Welat ma ye di nav hecî û xoceyan da, Li aliyê Anedolê herkes ji hev ra dibêje 'Xoce'. Li alîyê Kurdistanê jî herkes ji hev ra dibêje 'Hecî'! . Welat li hecî û xoceyan hatî ye parkirin...Domek hatîye kî bikaribe kî bixapîne. Di bin navê xoce û hecîtîyê da herkes hevalê xwe dixapîne. Ev helbest li ser hal û pergala welat hatîye amadekirin....

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Kazım Özdemır