em hiş bin
bihêle bila keser be
a ku rûyê me binuxmîne
yana wê kenê te bikeve ji paxla min
wê biderize li erda hişk
û ez ê heş berdim
tenê ew e li bin vê zilmê destê min germ dihêle
tenê ew e digre bi milên min
li devê zinara windabûna xweyî de
em hiş bin
heger em biaxifin
wê biteriqin çivîkên mayî ji sifîrneka dil
em ê careke din bikevin ji hespa aramiyê
û wê brîn vebin li ezmanê baweriyê careke din
em hiş bin
bihêle
ji şûna me ve bila
bi pelan re biaxife ba
çewa be em di şevê de man
deriyê rojê li ser me hat girtin
Kayıt Tarihi : 27.9.2012 12:16:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!