Em Bîrnakin Sih Bênc Gulan

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Em Bîrnakin Sih Bênc Gulan

Napalm avêtin sîh pênc beden şewîtin
Lo lo lo lo ax rebeno, belengaz wey dilo
Evder herêma Botan
Colemêrg digîri bi dîsa lê nalîne, dinale
Lê şîne û şivane
Dikelîne her dilan

Bang dikin kend û newal
Hawar hawar bi hawar
Agire barî bi kozire
Bin Gundê Pîre de axa me dûmane

Şev alîkî roj alîkî xemgîne
Bi hemû gel ketin şînê
Bo hevalan digirîn
Me ezabe me kule
Tevkujîya egîdan
Kesera me Kurdan e, şewata her dilane

Bi jor de jahra barandin
Teqinî ket çekan
Dîsa welat qêrîne, diştekî pir behîte
Bila cîhan bibîse dilên me qelandin
Ev roj bîrame naçe karesate li bo me

Çekên kîmyevî û bombene li ser me
Balafirên Rom’ê ne
Çelê’de mirovahî hat kuştin
Faşîzma dewleta Tirkan e
Fermandar Erdugan e
Rêberê wî Fetullah ew jî gurekî hare

Heyfe dîsa bi me heyfe
Heyfeke girane
Wek Dêrsim
Wek Gelîya Berazan
Wek Helepce qiyamete
Tevkujîya sih bênc hevalan e
Dozvanan, şoreşgeran, şervanan e
Wax li me hawar li me xinizîya dewleta Tirkan’e

Bedenên pakrewanan nayên naskirin
Nexweşxana Meletî yê de
Hemû bêdest û bêlingin
Ev hunerê Romê ye ev fermana Fetullah Gulen’e

Ax li me wex li me
Em qurbana lehengan laşê wan perçe perçe
Ten ê wan jî şewîti ew gulaên Kurdîstan
Ew canên me gelana nin
Yek Îpek yek Şîlan
Yek Aynur yek Sevcen
Yek Cevdet yek Îkram
Em bîrnakin sîh bênc gulan
Koma hemû şehîdan
Keç û qîzan bi xortan cengawerên me gelan
Pakrewanin me Kurdan.

30.10.2011
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 31.10.2011 23:44:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu