Egid Şiiri - Şair Mem6

Şair Mem6
10

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Egid

Destana egideki

Lêxin, lêxin hevalno lêxin,
Bibarînin bibarînin, birano
Ev me çi dihesibînin! '
Hemû roj, hemû êvar, hemû þ ev
Wî weha gotibû û gule barandibû
Roj qulibîbû ser êvarê, êvar ser þ evê, þ ev ser rojê

þ er berdewam bû
Beden westiyayî, keser giran, birîn kûr
Mêjî xurt, awir tûj
Dil keleha mêrxasiyê bû
Lome jî ne þ erm bû
Ya man ya neman bû

Çi ji destê wî, çi ji destê wan dihat...
Îxanet li rê bû
Îxanetê zora welatevîniyê biribû
Dor li wan girtî
Li jêr esker,
Li jor helîkopter
Nefes li wan çikyayî bû
Li pala çiyayên serîbilind
Di gundekî bêçare yê Kurdistanê de
Wext, wexta þ er, man û nemanê bû
'Hevalno, em çi bikin...
Bêgavî bextreþ î ye, kambaxiya me kurdan e
Lê, gava bêgavî li ber deriyan e
Wext, wexta jîr û mêrxasan e
Wext hatiye; wext, wexta þ er e, xurtî û huner e
Em pênc kes, ew pênc hezar kes
Em pênc hezar dil, ew penc dil
Em pênc hezar dilên biheq, ew neheq
Kî dikare dilê bi evînê hildave vegire?
Ma ev me çi dihesibînin! ..'
Yek bi yek li hevalên xwe nihêrî
Ew yek bi yek hembêz kirin
Bi herdû tiliyên xwe yên destê rastê simbelê xwe ba da

Şair Mem6
Kayıt Tarihi : 17.4.2004 17:06:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Şervan Acar
    Şervan Acar

    bu mehmed uzuna ait değilmiy di?

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Şair Mem6