Ji bo çareserî ya xem û derdan
Bêrawest kal û pîran siper vedan
Şervanan êrîş dan, ser neyaran
Bilind bû berxwedana gelê Kurdan
Di Kanton’a Efrîn ê de şîwan e
Bi qîrîn û fîxana zarokan e
Derbesî û Tirbesipî, Qamişlo
Hemû navçe, bajarokên Kurdan e
Bi rastî dîrokzanek wer dibêje
Ew dîroka Efrîn’ê pir dirêje
Neyaran de piçek ağil tune ye
Dayika min, mebesta me tu bêje
Em nadin, ev şaristan sewda me ye
Bi rastî tev rûmeta me Kurda ye
Lo şere şere, îro me heşere
Dengê çekan, dengê tankan- topa ye
Firsend nedin kujeran wan hovan
Li dewleta Rom’ê, Farsan, Ereban
Dagirkeran çav berdan bajarên me
Efrin’ê starkin, nedin wan eşqîyan
Mehmet Çobanoglu
04.02.2018
Stenbol
Kayıt Tarihi : 4.2.2018 15:16:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!