Rêwî yê Qers ê Me Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2648

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Rêwî yê Qers ê Me

Bi salane neçûm Qers ê
Hespê min jî ne revane e
Dilê min de şad nema ye
Bi rojane min şiwan e

Li salan e Qers ê dûrûm
Her tengasî min re maye
Lo ev çi ye, min qelibî ?
Xem û keser min re maye

Ez dixwazim biçim Qers ê
Axa bav, kalê min lê ye
Ev birîn, min re ne bes e?
Xem a min ji tim nav de ye

Ez rêwî me rêwî yê Qers ê
Rê dijwar e, li van çiyan
Dil nabîne, çav nabîne
Dor li mijê, nayê xweyan

Ku dinêrim her der Qers e
Birastî bo wî bengin im
Hesreta wî dil şewitand
Qers min dûr e, ez xemgîn im

Qers'a şêrîn Qers'a hêşîn
Min bêriya te kirîye
Zozanên te bendê minin
Rê li min ne vekîrîye

Mehmet Çobanlglu
02.10.2025
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 2.10.2025 11:52:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!