Bi salane neçûm Qers ê
Hespê min jî ne revane e
Dilê min de şad nema ye
Bi rojane min şiwan e
Salan e ji Qers ê dûrûm
Her tengasî min re maye
Lo ev çi ye, min qelibî ?
Xem û keser min re maye
Ez dixwazim biçim Qers ê
Axa bav, kalê min lê ye
Ev birîn, min re ne bes e?
Xema min ji tim nav de ye
Ez rêwî me rêwî yê Qers ê
Rê dijwar e, li van çiyan
Dil nabîne, çav nabîne
Dor li mijê, nayê xweyan
Ku dinêrim her der Qers e
Birastî bo wî bengin im
Hesreta wî dil şewitand
Qers min dûr e, ez xemgîn im
Qers a şêrîn Qers hêşîn
Min bêriya te kirîye
Zozanên te bendê minin
Rê li min ne vekîrîye
Mehmet Çobanlglu
02.10.2025
Stenbol
Kayıt Tarihi : 2.10.2025 11:52:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!