Êdî Bese Min Şake Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Êdî Bese Min Şake

Bi her dem tu were
Feraseta serê min
Heyva ser şeva min
Gula mine abadîn
Noq nebe neçe ava
Hembêza xwe veke min
Min dêxe dilê xwen û qurbana welatke

Sorgula baxê min
Bilbila şaxê min
Beher beher havîne
Gul gulpikan nû vedan
Nesekine zû were
Dêmên xwen hingivî
Bide ser her lêvê min
Dilê min jî tu şake min gorî welatke

Disekinim bêdengî
Hêvotîna min eve
Nemişext û neqaçaxim
Ez ewîvîndarê teme
Nişka ve tu were ba min
Êdî bese min şake min qurbana welatke

Bihar havin peyhev tên
Welatê me bihuşte
Bîna gulan jî lê tê axa wî azade

Keçê pir delalî
Xwdîyê dilê germî
Xezala min kewokê
Fêkî û hinarî
Sêvî û şîlanî
Rengê sorgewezî
Rabe were bêzarım
Maçekî daxwazim
Bi dil û can bide min
Li wan lêvên xwen tenikîn
Ez qurbanê zarşêrînê min gorî welatke

Stêtêrka şeva min
Bilbila gula min
Destê xwe bide min
Germ bike dilê min min qurbana welatke

20.10.2012
Stenbul

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 20.10.2012 23:38:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu