Ez bimrim wê dunya jî bimre
wê hişbibin stran
û roj
vereşe tariyên xwe giş
hilma min a dawî wek psîkekê lewra
wê daqurtîne bi yek dabelihînê
ew duyna ku bû ye çivîk.
mixabin! wê winda bike dengê xwe
ew zarokê bi gerê
simîtan difroşe her sibeh
wê vala bibin kuçe
lewra wê qelişî be erd
di wê erdhejîna dawî de
û tê de werbûbin mirov giş
kî dikare ji min re bêje: Ez he me va dijîm
kî dikare ji min re bêje ew zarok
yê li kuçan bi gerê
va her sibeh simîtan difroşe wek berê
Ez bimrim wê dunya jî bimre bi min re
Durzan CiranoKayıt Tarihi : 1.8.2009 15:08:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!