Bi wî dûvê te yê dirêj
Tixmên te eşkera ye,
Ehmeqî û kerîtiya te
Li serê me bela ye.
Bi şekl û şemalê te
Xef nabe kerîtiya te,
Insan e derveyê te
Seviya rêxê hûndirê te.
Pifa Xwedê negiha te
Paqij nekir qirêja te,
Yên dest dayî wî destê te
Xilas nebûn ji derdê te.
Diya wî digo; min kur heye
Ew ezîzê dayka xwe ye
Hebûna min ew bi xwe ye,
Xwezî bizaniya ka ew çi se ye.
Zimanê wî pir şêrîn e
Tu dibê qey hingivîn e
Direwek bo wî tu nîn e
Têr pere û kêm şeref e.
Dixapîne bi hîl û pilan
Bi cih nayne soza mêran
Qet şerm nake ji camêran
Tim dizire wekî keran.
Bavê reben hay jê nebû
Ew mexdûrê tovê xwe bû
Bê daxwaz ew çê kiribû
Bîjekî har pêy ketibû.
Kayıt Tarihi : 5.3.2025 20:29:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!