Xwedayê min! Bi litf û kerema te dara vê milletê hêşîn e.
Ji kerema te ev millet hê jî dikarin bijîn.
Xwedayê min! Îmkana tevgêr û xwe daweşandinê bibexşîne milleta Îslamê
Dilê Hz. ‘Elî, sedeqet û îxlasa Hz. Ebu Bekir bibexşîne
Tîra eşqa Muhammed di dilê vê milletê de çik bike.
Ji nû ve de daxwaza hakimbuna cîhanê di wan de hişyar bike.
Wusa ku, bila di qubba esmanê te de stêrk dewamî bibiriqin.
Bila ên di dinya te de şevên xwe bi îbadeta te derbas dikin di silametê de bin.
Agirê cîgerê û hererata xizmeta Îslamê lutfî xortên Îslamê bike.
Evîna min a ji bo pêxember û dîtina min a kûr nisîbê wan bike.
Keştîya min, ji nav wê girdava ku tê de ye xelas bike.
Hêza zûçûyînê bexşî wê bike. Wê ji hêdîçûyînê xelas bike.
Xwedayê min! Sirrên mirin û jîyanê nîşanê min bide.
Lewra hemu qaînat dewamî di nava îlmê te de ye
Çavên min ên bêxew, ji bo te şilin.
Ji bo te di nava dilê min de derdên nayên kişandin veşartîne.
Heya serê sibê feryad û nîyazên min ji bona te ne,
Di tenêbuna xwe û civatan de şewat û xerabuna min ji bo te ne.
Kelecanên min, daxwazên min û dilxewurîyên min tev ji bona te ne.
Hêvîyên min, gerên min tev, hemu tev ji bona te ne.
Ji Bal-i Cibrîl
Werger: Fikrî Amedî
Fikri AmediKayıt Tarihi : 10.12.2017 11:05:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!