Dozam Xerab Buye Dayê Şiiri - Fikri Amedi

Fikri Amedi
30

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Dozam Xerab Buye Dayê

Şevên zulmat û deryayê
Ji Amedê xeber nayê
Şikestî pişta de’wayê
Dozam xerab buye dayê

Dayê me yek bi yek kir rê
Ji bo armancên gelek çê
Me got bi hezaran way tê
Lê xort tev belav bun dayê

Me feda kir pir can û mal
Me dît rojên zehmet û teal
Zîndanan em hiştin bê hal
Dîsa em neketin dayê

Berê çend salan em can bun
Heval û dostên giran bun
Em mêrên wekî guran bun
Îro em rovînin dayê

Piştî ku qible bu dolar
Bawerî bu dupişk û mar
Zêr û marq û dolar bu kar
Wê rojê doz xerab bu dayê

Pir hêvî û umudên kur
Me di dilda xwedî dikir
Umud îro tev bune sir
Sira em dîn kirin dayê

Me got qey wê doz bimeşe
Wê li alemê bireşe
Lê way îro doz hildişe
Em jî di bin da man dayê

Me bi xewn û xeyalên kur
Hêvî kir me rojên pir kur
Em meşîyan bi gavên hur
Ji ber me rê naçe dayê.

Ez fikirîm li van halan
Min girêda derd wek çîyan
Pir carî mam wekî lalan
Dîn û dîwane me dayê

FİKRÎ AMEDÎ

Fikri Amedi
Kayıt Tarihi : 7.1.2018 15:23:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Fikri Amedi