Welaté min kurdistan, tev bax û baxçe bostan,
Havîna wî bi nexşe, berf li çoké zivistan,
Golek beramber behra, navber Şengal û Westan,
Ez heyrana wî erdî, jé re dibén Kurdistan,
Ew çîyayé ser bilind, meydan xwest ji Eweres
Bala duné kişandî, teva lé kirî hewes,
Çaralî’d gerim welat, wek bilbilé di qefes,
Ew qefesa bé nefes, jé re dibén Kurdistan.
Şetén wi Dîcle Firat, navber Botan û Amed,
Warek cennet mîsale, warisé Kildan û Med,
Canfeda û xelk xwenas, tim ewin mérxas û merd,
Heyrana wî bajarî, payîtexta Kurdistan.
Ji Qesra İshaq Paşa heta Déra Zeferan,
Şax û geli û deşt, tijî egit, qehreman,
Tevan serî rakirin, ji Riha heta Kirman,
Doza ewî welatî, jé re dibén kurdistan.
Şaxeke kur û diréj, ji Xabûr heta Miks e,
Ji Feqi û Mîr Hesen, ehlé wi nanikise,
Xérnexwazé ji der ve, gelek har û ceris e
Naneksén wi beledî, dijîn şaxé Kurdistan.
Urmîye û Mehabad, Kirmanşah réçek diréj,
Ew Şehîd û him Qazi, Berzanî re çi dibéj
Ala Rengin dabû dest, bi keser hésir diréj,
Qurbana wan hésira, rijand ji bo Kurdistan.
Kerkûk dilé kurdistan, azadiya wi ji néz,
Gelek şehîd serî dan, kal û pîrén wî bi héz,
Şa bib bi vî mirazî, giréde tu xeml û xéz,
Tîréjna azadiye, té ji qelbé Kurdistan.
Dihok, Akre û Hewlér, Helepçe û Silémanî,
Sultané texté Berzan, neyar ji wir deranî,
Biroj birokrasî de, bişev dipé’l ser xanî,
Ew reîsé vî gelî, wa’l heremé Kurdistan.
Hüseyin Türk
Hüseyin TrkKayıt Tarihi : 8.1.2011 13:27:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!