Doza me,mafê me
Xort,qîzê gelé me
Welat me hebûne
Şêrîne ev rihé me
Xatî,metê pîrika me
Heval,hogir,biré me
Em naxwezin koletî
Bixwazin welaté me
Qîz,xort bûn hêzê me
Jin,mêr gel şerên me
Ez qurban keç,xortan
Çil mîlyon Kurdé me
Doz jî doza koma me
Bixwazin lo welat me
Gul bihişte,niştimane
Rizgar bikin warê me
Dîsa mera newroze
Cejna Kurda pîroze
Dîlan,dewat,kêf,şaî
Mîhrîcana li gelane
Gelè me dest destan
Rabûn çûn lo bestan
Qîrîn,qajîn û dengan
Gotin jîyan Kurîstan
Hezar sal û sed hezar
Axa me Qers,Qerzan
Amed,Mûş û Berzan
Çewlîk,Cîzre,Tetwan
Doza me doza gelan
Gelê Kurd dilê jîyan
Rizgarbûna gelé me
Felitbûna Kurdîstan
Bahar,havîn,zivistan
Newal,deşt,darîstan
Botan,Zîlan jî xweşe
Welat mera gulîstan
Qut bû adar bahare
Zîlan,Serhat dîyare
Ez qurbana roja me
Welat bihuşt,jîyane
Pîroz bûne,cejne me
Qut bû reşa şeva me
Newroz bo me şirîne
Ev xweşe xwe jiyane
Şér û şervan dimeşin
Qedir,qîmetê xweşin
Ez qurbana hemuyan
Genc û cîwan şoreşin
Can qurbana doza we
Heval,hogir birên me
Firset medin neyeran
Kurdîstan'e jîyana me
23.11.2005
B.PAŞA
Kayıt Tarihi : 30.11.2007 17:08:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!