Ji bajarekî winda bi qêrînekî bilind û bi nalînekî kûr gazî dikim.
DOJEH DİBARE DOJEH!
Dizanim helbestkarî zehmete li vê erdnîkarîyê.
Jan,hêsir,xwîn,evîn…
Kîjanê binivîsim, kîjanê bînim ser ziman.
Bîrek bê binîye li vir jîyan.
Hawar dikin dayîkên porhene.
Dibêjin;DOJEH DİBARE DOJEH!
Dojehe dilê kalê çefî sor û simêl qeytan.
Azadî agirê sore li ser sînga wan.
Qet neketîye dilşadî para wan.
Qêrîn dikin bi şev û bi rojan.
Dibêjin; DOJEH DİBARE DOJEH!
Li asîmanên vî welatî nemaye hêvî.
Evînên piroz nîvçe mane li vî bajarî.
Kê gelîyek dît, pê re diherikî.
Lê kesî negot yan azadî! Yan azadî!
DOJEHE WELAT DOJEH!
Haris SerhadKayıt Tarihi : 27.3.2023 00:27:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!