Dîyarbekir’b kevré reş e,
Payîtextekî bi nexş e,
Nav zikirin ewqas xweş e,
Dîyarbekir Dîyarbekir.
Sûra wî gelek meşhûr e,
Bak lé rabû ji başûr e,
Heta îro birîn kûr e,
Dîyarbekir Dîyarbekir.
Tu sér bike’l cot minaran,
Gulî sorén ber dîwaran,
Serbilindin cem neyaran,
Dîyarbekir Dîyarbekir.
Navçeyén wî Qulp û Lîce,
Bin her kevrî tev kulîçe,
Davén neyar kevr û hîç e,
Dîyarbekir Dîyarbekir.
Di Heftgerm û di Hezro de,
Rewş baş dibe robiro de,
Xelata romya pirode,
Dîyarbekir Dîyarbekir.
Ji Bismîl heta Farqîn e,
Wek şivané li şevîn e,
Di hermîn li wan hélîn e,
Dîyarbekir Dîyarbekir.
Té de Baxlar û Ofîs e,
Kuçe tev mît û polîs e,
Kî’l wir here ew ji kîs e,
Dîyarbekir Dîyarbekir.
Lé dikişe şet û çem e,
Şéxén Şéxan xwe da cem e,
Balkéşa rom û ecem e,
Dîyarbekir Dîyarbekir.
Selefén te Med û Aşûr,
Li pişt zirx e destan de şûr,
Lub li wire çûye qişûr,
Dîyarbekir Dîyarbekir.
Ehlé amed hûn rabin şah,
Bînin xwar sultan û şah,
Vî mirazî hûn bibin şah,
Dîyarbekir Dîyarbekir
Kayıt Tarihi : 13.1.2011 12:55:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!