rengên cîhanê bi taybetî kesk
li benda hatina te ye
û eger tû neyê
ew ê ji ezmên bifirin û xwe bikujin
Ger tu were, wê dîsa bêhna biharê di destên diya min de bimîne
diya min bi destên xwe yên sêwî penc dar afîrandin
Û Porê xwe di çemekî sor de çikand
Darên xwe bi ava ku bi porê xwe anîbû av da.
Êdî diya min gihaştîbû esle dinyayê û nemir bû
Di çavên wê dengê dengbêjekî sed salî hebû
Lê diya min ji hemû deman wêdetir sêwî û herheyî bû.
Kayıt Tarihi : 2.2.2024 10:36:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!