Tu arî, yan ji te ar dibarî
Tu derdê millet ê kurd ê xezanî
Nikarin dest bidin te, tev şewatî
Ne wek rengê meyê xoş û ciwanî
Te pêkanîn sitemkar û sitembar
Li xwar her dem dibarî, tê ji banî
Belav bûyî li ser millet me dahev
Bi dijwarî di vir de min tu danî
Divê pesnê sitemkar û sitembar
Bidim ko wan ji bona min tu anî
Belê şayestê pesn û fort û şabaş
Xwedî herdû ne, ê min bes şivanî
Bibûna mey we yaxud rûyê dilber
Li te her kes dinêrî mihribanî
Hezar destên began êrîş dibir te
Li ser masê dibû her şev xuyanî
Bi te serxweş dibûn maldar û xwînxwar
Bi dijmin re dinoşin her zemanî
Begê zana û milletperwerê min
Hero serxoş e, qedrê te çi zanî
Ne tolaz û ne pûştî, ko perên xwe
Li ber lingê te bavêjin pirranî
Tu zanî beg ne şaş e, lê li paş e
Bi dijmin re dilîzî pehlewanî
Dizanî ko dizero lê biderket
Nema fêde dikî jêre giranî
Divê çalak û çapik bighê dijmin
Şiyar bûne li her der xwedyê xanî
Bi rev bazdaye lê pertal bi destan
Li pey wî tim bi hawar û fîxanî
Bi dengê te li wan her kes şiyar bû
Te ew rengê diza zû xweş deranî
Hezar sal e ko ev dêwê mirovxwer
Li ser çavên me danîbûn kitanî
Me tê re ew didîtin rengê insan
Belê îro te ew perde hilanî
Niha her kes bi wan zanî ko Dêwin
Ji dijmin girtine nav û nîşanî
Dikin nakin li wan nayê veşartin
Xelas nabin ji ber millet hesanî
Begê min! xem bi mey nayên revandin..
Li hawîr xem li we derbûne, kanî
Nikarin xweş bikin dil ey gunehkar
Bi maçê lêvê sor û erxewanî
Bibî xwîna dilê kurdên belengaz
Li ser te pevdiçin axa beranî
Dirêjî te dibin destê sitemkar
Bi xwînxwarî dinoşin qehremanî.
Bi talan te dibin bedkar û xwînxwar
Nizanin ko çine zor û ziyanî
Bibî toz û qirêja destê cotkar
Te balêsin bi şaş û axebanî
Te bistênin bi pars û qullebazî
Qe nanêrin li malxo û kebanî
Dizin, mal û hiş û bir tev dizîne
Li ber çavên me bûne Macelanî *
Li ber ava ye, roja xwînxwar û diz
Li me derbûye rojek bê nihanî
Ji wan re goreke pir teng dikolin
Hejar û Bêkes û Hacî û Xanî.
________________________________
*Serdarê Deryavana ê gerrok Macelan
Cigerxwîn
CigerxwînKayıt Tarihi : 9.3.2005 20:04:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.