Divîyê Te Me Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
127

ŞİİR


3

TAKİPÇİ

Divîyê Te Me

Didim sozê, dixum sûndê ji te carek dev bernadim.
Gûh bide min eya rindê, te bi dinya alem nadim.

Ew roniya wan çavên te, qiblegaha rûyê min e
Ber deriyê evîna te, meskenê vî laşê min e.

Keleka li deryayê me, bendera deryaya min î
Hedana ber sîya te me, yekaneya dema min î.

Herkesî li pey tiştekî, ez li pey wê bejna te me
Hej te dikim pir gelekî, heyranê nazîya te me.

Keybanîya li Sebeyî, Silêman ê sirran ezim
Ûsifê textê Misrê yî, Zûleyha ya çav kor ezim

Tu gûlzara baxê min î, baxbanê îremê ezim
Tu girîşa zev'ya min î, bêndera zev'ya te ezim.

Wek rojeya ber spêdê, jiyana can her dem bi te
Çiqasî xweş ronî didê, hêviya rojên min bi te

Berfîna xweşiya min î, li hêvîya kenê te me
Tu bihara warê min î, ez bilbilê bêhna te me

Ev êşa dil bi min girtî, ti awayî nayê gotin
Xewnên wê bi min vegirtî, dil û kezeb li min sotin.

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 19.3.2026 19:42:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!