Diterike Bilûra Dilê Min

Durzan Cirano
110

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Diterike Bilûra Dilê Min

Berê çem vegerine aliyê min
Û bike xwahk tenêtiya xwe bi a min re
Buhar bila ji nû ve dest pê bike
Li ruyê zarokan …..

Dêya min ev çend sal li xwe kûr e
li qelaçê rastiyên xwe
gulan diçinin brayên min
newal nêz
Çiya dûr e

Rêyên ku em tê re derbasbûn bîne heşê xwe
maçên zêrîn mizdanên tenik
bi serê tilîkan

Rûyên ku em ji wan derbas bûn bîne heşê xwe

Dizanî
Herî zêde çûkên bazik şikandî dizanin kûrahiya firînê
Herî zêde gol dizanin qedrê herikînê
ji terikên divêtiyan

Berê çem vegerîne aliyê min
Roj bi roj diterike bilûra dilê min

Durzan Cirano
Kayıt Tarihi : 16.10.2013 01:16:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Durzan Cirano