Ez êdi goreke bê xwedî me,
Di bedeneke nav xemgînîyê de noq bûm.
Yek xweda dizane van hestan yek jî...
Li dengê min alîya newayeke dilşewat
Destek gêhîşte bedena min
Dîvêm ev dest ê xweda bû
An jî ez wusa dizanim
Di deryayê tenêbûnê de tenê ez heme
Tenê ez dikişînim van kulê bê derman
Ji min standin hemû rengê jîyanê
Hemû xewnên nehatibûne dîtin min dîtîn
Bê deng bê seda
Zarokên mirî diwelidin dayîk
Ew qêrîneke bê denge
Ji kurahîyê nay bihîstin
Deng vedide di nava mêjîyê min de
Ditirsim!
Ruhê min niha bû çira ber bahozê vemirî
Dilê minê bibe şevek sayî ji ziviztanê
Pir caran difikirim;
Ez weke Yezdan dikarim biafirînim?
Rêyek derbas dibe di nava dilê min re
Weke kêrendîyeke du dev
Dûr û dirêj,ji çaxan wêdetir
Û li der û dora min
Mirovên ji hestî goşt hatine afirandin
Destlêdana herî mezin
Hilnayê tu cîh û tu demê
Gelo ez dikarim bikolim bi nenûkê xwe?
Gora penaberekî bêkes
Gelo ez dikarim binaxbikim vê kulîlka biharê
Ne di xewnan de,di rastîyê de
Gelo dikarim bimrîm ji bo vê jîyana pîroz?
Ji rikê hemû reşîtîyê ve
Di bedeneke ramanpakij de
...........Gelo?
Dikarim dîsa şîn bibim?
05 Mayis 2015
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 5.5.2015 12:46:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!