Dîsa li erd û asîman duman e
Qêrîna zarokan û dayîkan e
Hemû çûkan û guran re jî xeme
Li axa me de şîn û şîvan e
Bi dîsa rojan, mehan û salan e
Agir û şewata li nav dilan e
Gund û bajaran de hilweşandin e
Talana avahîyan û malan e
Dîsa tank û tpo şandin tevkujî ye
Dîsa me mişxetî ye koçberî ye
Dîsa li ser erdê xwîn û xezewe
Ax li dîsa Qoser’ê tişt nema ye
Cîzra Botan û P’îran ber gulane
Li ser erdê dest û pê, serî mane
Ax hawar ev çi xişme ev çi heşire
Gul û kulîlkên nav bexçan nemane
Hatin û hatin leşkerên Tirkan e
Û perçiqandin gulên me Kurdan e
Ji ecêbîya ê destên neyaran
Kalîna berxan girîna mîhan e
08.12.2015
Stenbol
Kayıt Tarihi : 8.12.2015 17:20:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!