Memê Eyo diket nav xem û xeyalan,
Bi dilê keserî digot:fixan û hewar!
Bangî gelan dikir du,sê û çar dengan,
Digot:ka ziman ka ax ka welatê me?
Memê tim xemgîn û bêkêf bû bo welat,
Digot:Xwedê xira bike ev çi rewşe?
Xweşe xweşa xwînye me dikişe,
Gurinîya gog û top,gulane li ser me.
Memê serê xwe dixist bi kulman…
Digot:hey hey û ax li min,me re tade,
Dîsa bombe û agir ser me dibare!
Li warê Wan’ê û heta axa Qers’ê.
Memê mîna bilbilên bêhelîn,bêgul,
Fîxan û wîzar diqêrî û dinalî …
Digot:hey gidî dinyayê ez bê warim!
Çima axa me kurd’a hê jî bindeste?
Memê digot:wey dilo wey wey ax li min,
Ka welatê min ax ka kurdîstan’a me?
Alîkîde Rom,alîkîde jî Ecem…
Çep û rast me dixin ax ev çi hale?
Oy limin bavo dîsa li me ferm ne!
Dîsa tevkuştuna gelê me Kurda ne,
Salane li serme de agir dibare,
Way û way ma ne heyfa me Kurdan’e?
15.03.2010
Yildirim
Kayıt Tarihi : 5.5.2010 20:54:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!