Dirok Şiiri - Orhan Erol

Orhan Erol
7

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Dirok

Qêrîneke bê deng di qîrim û bi tilili yan
Bang dikim li kurahîya te dirok.
Tû jî ji zimanê min fehmnakî
Dîroka bê bext ma êdî ne bese
Rûpelên reşe û tarî ji bo mi

Bibîne vê hovîtîyê
Mirovahî penaberkirin li ser axa qedîm
Û bê cîh û bê warkirin jîyan qedexekirin
Rêçên jîyanê ji axê birin
Mirovahî kuştin û tûnekirin
Dest avêtin pêçekên zarokan,
Di xwînê'da sorkirin di dergûşa min da.

Qet mafê meyî jîyanê tuneye ser vê axê
Ey jîyan tejî zarokê
reng qemer ji bîrkir,
Di xepêka bê bextan'da.
Êdî Axê jî şermkir xwîna zaroka bimije.
Hîv xemgînbû û stêrk
xeyîdîn di asîmanê min'da,
Ji ber zilm û zora wan firewn û nemrûda
Ma êdî ne bese dîroka xayîn

Lê hunbaş bizanêbin cîhana kerr
Û wîjda'nin kor û diroka bê bext
Komê xwîn xar û wehşên bê wîjdan.
Ez dergûşa mirovahîyê me.
Bi hezaran salan min mirovahî mêjand
di hembêza xwe da..

Ezim kurdistan evîna egît û dewrêşan
Tov jîyanê naqelin di bin axa min'da.
Ew xwîna we rijandî wek çem û kanîya
Herikî şax newalê min'da
Avda tovên jîyanê di baxçê mirovahîyê'da

Ezim kurdistan evîna egît û dewrêşan
Gelek derwêş ji bo evîna
Min çun bin sêdaran
Û destê lingê wan ketin
Qeyd û zincîran
Evîna min evîna kurdîstan

Orhan Erol
Kayıt Tarihi : 27.8.2021 01:32:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Orhan Erol