Ey felek, felekê yeman
Derbas nabe wuha dem u devran
Demsal zivistan nava dilêm wêran
Diherike hêsrên min weke baran
Ey Xwuda! Ey yezdanê dilovan!
Tenge îro li min jîyan
Digerim, gazin dikim
Dernayê deng ji min
Xwîn diherike nava dilê min
Mûjîyê her kesekî
wek dinyayekî ji hev cudatire
Yek bihare, yek zivistan
Hinek jî ba û bagere
Kes kesî nafikre
Ne xema kesîye rewşa kî çîye
Hêlekî şîne, gazî û girîne,
Hêlekî şahiye govend û dilane
Şaş Nebe dilo evder mirata dinyaye.
Rodan Ardil
Kayıt Tarihi : 2.2.2022 12:02:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!