Carekî ez ne dîtim
Li dinyayê suud.
Her bê nan hêliştim,
Bê av hêliştim.
Bê xweşî hêliştim.
Li xewtan bê xew
Li nav hizran
Bê hawn hêliştim.
Li rojan bê roj hêliştim.
Dil û kezep qet û qet
Hûr û heraf man.
Mejî qerimî, hinav werimî
Bê hilm man.
Min xêr nedî geşî nedî
Suudeka xweşî nedî.
Ji vê jiyana xayîn
Min carek suud nedî.
Bê jimar kulîlk vebûn
Lê yek li dahla'm ne vebû.
Xelk li vê dinyayê ji xwe re leyîst,
Lê dinyaya xayîn jî bi yê wekî min leyîst.
Kayıt Tarihi : 11.11.2023 21:57:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Zandar Amari](https://www.antoloji.com/i/siir/2023/11/11/dinya-bi-min-leyist.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!