Her insanek gava tê dinê
Kêm zêde bi sirûdeke tê,
Lê ez ne kêm ne zêde
Sirûda min bi girêya ko hatiye girêdan.
Hîn zarok bûm dê çu û bav xwe da dû,
Xwîşk û birajî li dinêne lê wek mirîne
Li hemberê jîyana dijwar û xembar
Bi xwedî, neçar û hevdaketîme.
Lê min got qey belkî evînîye sirûda min
Bum aşik wek her herkesî, serxweşbûm ez
Dinya min guherî, ez nûva vejîyam.
Wek helbestvanek kaxiz ser kaxizê neqişand.
Lê destê mirovahîyên qirêş dîsa gihêşt min
Nehîştin têr hezdikim û evîndar bim,
Yara min ji min girtin, birîndarbum,
Hewldan min gelek, lê tenêbum, neçarbum.
Min hêvîyên xwe êdî da ber bayê kur,
Ji jîyanê nema daxwazîyên min êdî,
Tenê durketim ji mirovên qirêj, ketim tenîtîya xwe,
Lê îja jî gotin ew dînbuye , dînê evînêye.
Wa şevek tarî û tîpî dor min pêçayî
Dikim deng kim lê awaz ji min dernayê
Difetisim, dicemidim,
ka dayîka min, ka evîna min
Êdî bêkes ma laşê min,
Ser berfa spî, bêxwedî.
Rodan Ardil
Kayıt Tarihi : 1.12.2023 22:52:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!