DÎMENA İRO
Hemu kes bi tac u textin,serfiraz u aza ne
Cerg u dilê wan wek min, ne sûtaye bi zane
Olgir u oldarin îro,ketne xema axretê,
Mame bê pa, ji hec u umrê, di gel ava Kewserê.
Her çend îro jîr u zan bim, mame melûl bê çima?
Tev bı mırazê xwe şane, mînanî min îro kî ma.?
Bextreşî maye para min heta qewl u belayê
Dûr ketim ez bi taybetî ji qelem u defterê.
Çavên di reş, birûyên qelem,tam bi rengê melekan
Dane ber şîş u mertala, min dîl ê çavbelekan
Bejna zirav,kezyên dirêj,bêhna misk u emberan
Por geyiştine tenîştê, bûn mêvanê kemberê.
Serwebejnê,bavêje tîrên destê xwe ber hewa
Ger werin u dax bikin ew vî dilê min, ser çevan
Te hîş u sewda ji min bîr, were rehmê mal ava
Rû ji hîvê, dev ji qendê, lêv şîrîna şekerê.
Sîtuxawr im ji neçarîyê wa reben
Dikin li ser min nevanên,min ger u fen
Lê dîsan naçej bîra min ew dîmena te şepal
Bi sorav in u gûlav in,nispet bi misk u emberê.
Kayıt Tarihi : 29.12.2014 21:53:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!