Coşiya nav xewna min
Ronahîya çavê min
Can î, eşq î, giyan î
Gula min î dilê min
Havîn, bihar wek te ye
Yar ev dil benda te ye
Sebra min bê te nayê
Hişê min tim ser te ye
Dilşadî ya dilê min
Çavkanî ya rihê min
Ez bûm Kerem tu Aslî
Nêrîn ê xwen bide min
Delal tu heyva min î
Tu tim kezeba min î
Keça şêrîn, ken xweşik
Can tu nefesa min î
Deste, deste gula min
Li ber tava dilê min
De were keça Kurd'an
Bedewiya gundê min
Mehmet Çobanoglu
13.05.2024
Stanbol
Mehmet Çobanoglu
13.05.2024
Stanbol
Kayıt Tarihi : 13.5.2024 11:56:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!