Bêrîya min zêde kûre
Welatê me ji min dûre
Lo ev hejar bû qeda min
Dilê min jî bêhedûre
Dilo rabe xwe ragire
Rojan, şevan min agire
Ev çi hale min qelîbî?
Baxê min jî gul nagire
Ev pergela patron, axan
Agir berdan hemû taxan
Gel melûlin Kurd xemgînîn
Li van salan li van çaxan
Dagirkeran min şêlandin
Jîyana min herimandin
Bi lêdanan bi zîndanan
Kezeba min peritandin
Raperîna dilê mine
Ala me ser milê mine
Ez xofa ser leşkeranim
Berxwedan hebûna mine
Bi salane ez dikelim
Bi salane ez diqelim
Ez polame ez nahelim
Ez şervanim ne çexelim
19.03.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 19.3.2016 22:49:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2016/03/19/dilo-rabe-xwe-ragire.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!