Dilo Çerx Meke Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dilo Çerx Meke

Lo dilo de rabe dem berva biharê ye,
Av jî li qeşeyan filitî,piling kete axê!
Êdî em rêwîne rêwî yê çiyaê Şingalê;
An jî emê berê xwe bidin hêla Qersê.

Lo dilo bihar demsaleke zehf xweş e,
Berf lê dihele av jî lê dikişe leme lem
Gulpik li dora mêrgan vedidin gulgulî,
Dilo de rabe em tev herin hê ne dernge.

Dilo de rabe were,dem me re bihare
Tu dengi xwe hilde tu serê xwe rake..
Min barê me a azadîyê bo me helgirt
Em rêwîne em rêwî yê deşta Rewanê

Can dilo de heşyar be,berva biharê ye..
Ev roj roja mayînê an tunebûna me ye!
Gel dixwazim tu zû were û em rêwîne
Çerxa bêbextî yê bişkîne de rabe were.

Lo dilo birîndaro li serê xwe îro rake!
Xem û qisaweta meke,paş ve nemîne
Pençesale û ez hêwîya vê azadîyê me!
Lo were kezeb û gurçikê min nehelîne.

Lo dilo lo dilo de heşyar be rabe were,
Bila xerîbî jî helşe û tu car qet nemîne;
Bila bihar geş be bi gulgulî û her rengî..
Ax me bibe niştiman bakur li heta başûr.


07.01.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 10.1.2010 18:22:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Metin Demirkaya
    Metin Demirkaya

    eyy..dost.!
    ciger bizim,can bizim,o bobrek bizim
    soz verdik size eyy halkim,soz bizim
    ozgurluk bizim,onur bizim,seref bizim.

    spaz...


    Saygilar...

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu