Dilek Şiiri - Ziza Rumas

Ziza Rumas
36

ŞİİR


6

TAKİPÇİ

Dilek

Hîva hêviyê bi şewqa şevê rondik rêtin
Lerza leylê li dîwarê dil derdinan dûtin

Her şeva li benda dilberê ku dax li dil da
Şibakên şêt bi yada yarê ji perde rût in

Birqînek ji arê asîman avê niqutand
Bilûra baranê bi dengê dêrin disotin

Teyrên tavê per û bask ji pişt çiya dane hil
Sehera sibehê bînên birûyan can cûtin

Ji bilî min kesî nedît meşa xweşxezalî
Bêndera bêrîvanê xweziyên xalî dotin

Bi xêra xweşbêjiya ji efsûna evînê
Newayên neyê ji vîna jînê êşê gotin

Para pênûsê nema girte ji kitêbê kat
Nîne nûs ku çêja çîroka te bê vegotin

Bi bijêra ezîzan li nav geşta giyanî
Dilek ji destên karêç bes bihuştê vedîtin

20.12.2015
Amed

Ziza Rumas
Kayıt Tarihi : 24.5.2017 01:18:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ziza Rumas