Dilê Zîz Şiiri - Remzi Çakın

Remzi Çakın
109

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Dilê Zîz

Îro barekî giran
Xwe berda ser qefesa dilê min,
Per û prgala
Dilê min şikand.
Qîr û wara dilê min
Ez hîşar kirim.
Aqlê min,
Navê te bi ziman tanî.
Li ber çavê min
Temaşa min û te dilîst.
Dilê min î zîz
Mîna çêlçûkekî navmalî
Diket mista min.
Min li çavê dile xwe,
Dîlê min
Li çavê min dinirîya.
Min dilê xwe
Hêdîka datanî
Himber xwe.
Di arşîwê de
Heft rupel nameyên ewîna te
Derdêxist
û
Hêdî hêdî
Pê re dixwend
Aha dest pê dikir:
“canım, bir tanem' (yêkemînê dil û canê min)
Aha jî sax dibû:
'benim yaşadıklarımdan kalan
O da sana kaldı
Beni sevme
İsteme
Ama ben seni bekleyeceğim”
(bidora jîyana min ji te re ma
Min hez neke
Min nexweze
Lê, ez guhidarîya te me)
Dilê min î zîz
Bi qîr
Girî û firîya.
Min bi çavê şil
Li dû mêze kir
Ez bawerim
Dilê min
Îşev
Li ba te ye.
Ji bo pirsîya
Dilê xwe
Ez li te gerîyam
Lê tû tinebû.
Ez nizanim
Belkî hun bi hev re ne,
Lê ez tenê me.

Remzi Çakın
Kayıt Tarihi : 2.5.2008 16:19:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Remzi Çakın