Wusa meke, wusa meke
Ji dilê xwe li min neke
Birîna min pir girane
Derê hêvî yê min veke
Dil, kurçikê min hêrandin
Bendê dilê min qetandin
Ev çi rewşe ev çi hale
Darbesta min jî şêlandin
Ronahî ya min qedandin
Gur û wawîk jî rê nadin
Ez rêwî yê rê ya dûrim
Ez girtî me min berbadin
Her der min re çolîstan e
Ev der min re goristan e
Wele stêrk jî nemane
Havîn min re zivistan e
Wusa meke, wusa meke
Li madê xwe min tirş neke
Derd û kulên min weşîne
Dilê xwe ji bo min veke
Mehmet Çobanoğlu
23.05.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 24.5.2020 18:29:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!