Heval û hogir rabûn çûn
Ax dilê min pir xemgîne
Sal çû lo sal min buhurî
Neçûm disa jî war şirîne
Welatê me gul û rengîne
Wax min ax wê dilê min
Gund dûre li dîsa neçûm
Agir û şewat ket dilêmin
Welatê min xas û bedewî
Tu gul û kulîlk û gulîstanî
Tu evîn û tu Mem tu Zînî
Dil bîrndar im tu dermanî
Dilê minî,welat canê min
Bête nayê wele sebra min
Welat rabe fermo tu werê
Bixwaze tu dil û canê min
Welat oy min bêrîya te kir
Herdem min li besa te kir
Tu dûrî ez jî li xerîbyê de
Te çikir ax li canê min kir
Canek,navek ba min heye
Dilek umrek ba min heye
Daxwazî li her çar jî tera
Bimirim haya te min heye
18,06,2007
Yildirim
Kayıt Tarihi : 23.10.2007 19:08:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2007/10/23/dile-min.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!