Dilê min întihar dike Şiiri - Ömer Dilsöz

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Dilê min întihar dike

Li ber pencereya dilê xwe rûniştime. Li derveyî xwe dinêrim: Pîvok şîn bûne. Bihar di kamlana xwe de ye. Lê dilê min bi tirşebayekî xemgîn re dikeve xirecireke kurtedemî. Ji nişka ve kuleke nenavkirî tê û li ser dilê min rûdine. Ruhê min diêşe. Dilê min xwe bi sêdara çavên te ve dadileqîne. Dilê min întihar dike! ... Xwe dikuje. Hingê pîvok hêdî hêdî li bin sîbera sêdarê diçilmisin...

Of bêbextiya dinyayê of!

Biskên te yên rengçiya li ber hûnebayê biharê dihejin li hinda sêdarê. Dilê min bi sêdarê ve helawîstiye û xwîn jê diherike ser axê, ax digirî û ji rondikên axê pîvok serê xwe radikin. Bi xemgîniyeke sar rondikan dimêjin. Rondik ji cihê kul tên, lewma ev kulên ku ji dilê min ê daleqandî yê birîndar derdikevin li rehên pîvokan belav dibin. Ew dinalin. Stûyê wan dikeve ber û pîvok careke din hêdî hêdî diçilmisin... Dilê min întihar dike li ber sêdara awirên te.

Of duseriya jiyanê of!

Çavên te yên reş mîna nermebayê zozanan li ser dilê min divezin. Heçko di spêdeyeke zû ya zozanê de, li bin reşmalekê, li ber hewayekî hûnik bêhna şîrê germ ê hêjdotî bikeve nava dilê min, wisa mendehûş dibim. Awirên te wisa germ dike nava min. Wekî tîna şîrê germ dipêçe giyanê min. Hingê li terazina dilê min sosin û binevş çîlên xwe davêjin. Pîvok dibişirin bi hemû spehîtiya xwe û nermebayekî sivik bi ser giyanê min de tê û min dipêçe. Hingê dilê min li bin sîbera çavên te xwe bi sêdarê ve dadileqîne. Pîvok serê xwe di ber xwe de xwar dikin û dilê min întihar dike... xwe dikuje...

Of duberiya gotinê of!

Vedigerim ber pencereya dilê xwe, îcar li hundir dinêrim. Li xwe. Ez di nava pêlên har ên gotinan de winda bûme. Gotin min dixwin. Gotin min dimêjin. Wekî pindekê, wekî kurmekê... Dilê min hê jî bi sêdara çavên te ve daleqandiye. Li ber germahiya hesretê dipêje û dilopeke avê dixwaze ji destên te. Lê nafîle. Tu dilovaniyê pê nabî û ji kerba dilê xwe, dilê min dişewitînî. Kerbên xwe ji min distînî. Hingê pîvok li ser axê dinalin û stûyê wan di ber de dişkê. Lê hê jî dilê te hênik nebûye û hê jî tu dixwazî êşê bi dilê min ê daleqandî bidî kişandin... Lê zimanê min nagere ku ez ji te re bêjim, “insaf zalim” jî. Hingê dilê min careke din xwe dikuje û xwe bi sêdara awirên te yên germ ve dadileqîne. Dişewite.

Of serşoriya evînê of!

Ji xwe digerim û li te dinêrim. Xwe jibîr dikim, ji ber ku evîna di nava min de min bi min dide jibîrkirin. Ez di kûrahiya çavên te de li xwe digerim û ji xwe digerim. Gêj im. Wekî sergêjiya bermirinê, wekî sergêjiya berfirînê, wekî sergêjiya birîndariyê, wekî sergêjiya jêhrxwariyê, wekî sergêjiya evîndariyê... Hingê li ber sêdara çavên te dilê xwe dikim gorî û wekî qurbanekî radixim ber piyê te. Ji dilê xwe re bi dengekî kelogirîn dilorînim helbestekê:

Ji bo te çi bêjim dilo?
Peyv di destê min de dilerizin
Lê,
Ez dizanim biçim jî
Bêdeng...
Ji cihê ku lê nayêm xwestin

Ji bo te çi bêjim dilo?
Gotin di ruhê min dişkên
Lê,
Ez dizanim dûr jî bikevim
Bêpêjn...
Ji warê ku evîna min tê pêpeskirin

Ji bo te çi bêjim dilo?
Rondik li ser rûyê min ziwa dibin
Lê,
Ez dizanim bêdeng jî bimînim
Bê gazin...
Li ser rû kenekî derew bibarînim

Ji bo te çi bêjim dilo?
Xwîn li demarên min har dibe
Lê,
Ez dizanim rawestim jî
Bi hedar...
Li benda heyameke ku nayê dîtin

Of sergêjiya revînê of!

Li ber pencereya dilê xwe diwestim. Xav dibe hemû bedena min. Li xwe dinêrim û xwe sûcdar dikim; ji ber ku nizanim min çawa ji te hez kir... Ji ber ku nizanim min ji bo çi ji te hez kir... Ji ber ku nizanim ez çawa bi nav sîpelên evîna te ketim û min wisa zû bi zû, demildest xwe berze kir? Nizanim û nizanim lê dilê min di depê singa min de diperpite, çogên min sist dibin wexta te dibînim... Lê nizanim ji bo çi? Ji lew re dikim ku birevim ber bi warekî nediyar ve. Hingê dilê min întihar dike... xwe dikuje... û xwe bi sêdara çavên te ve dihelawîse. Digevize. Pîvok careke din diçilmisin û ruhê min jan vedide.

Of xemxuriya şevînê of!

Ji xwe nefret dikim. Êdî dilê min li bedena min giran tê. Ji min tê ku wî parçe parçe bikim û ji singa xwe bavêjim da ku bes jan bide. Tarî dibînim her tiştî; tarî û sar... Giyanê min di bin kelebayê awirên te de dicemide. Şev vedigerin ser şevînan û xew terka giyanê min dike. Hişyar dimînim heta berbangan; çavên min li valahiyê dinêrin û ditirsim ji raman û hestên xwe. Çendî nexwazim jî li her derê tu têyî bîra min, gava çavên xwe datînim ser hev tu têyî pêş çavên min. Qey dîn dibim? Nizanim. Lê ji halê xwe qet kêfxweş jî nîn im. Tenê gazinekê ji te dikim, “Pa çi heqê te li ser min hebû? Jixwe ez di dinyaya xwe ya tenê de dijiyam...” Lê belê tu li min venagerînî, ji ber ku tu ne li wê derê yî... Ez tenê bi xeyala te re diaxivim lê di nava min de her gav tiştek ji min diçe û hesteke min a dîtir giyana xwe radestî şevîna evîna te dike. Nexasim te hay ji tiştekî jî nîn e û tu nizanî ka ez heme, an tune me jî... Hingê careke din dilê min xwe dispêre sêpiyên sêdara çavên te û xwe pê ve dadileqîne. Pîvok jî dibin pûş û bihara li ber pencereya min cihê xwe ji payîzeke bêdem re dihêle. Ez dimirim û tu bi mirina min jîn dibî...

Pîvok bi nermebayekê re liba dibin û dilê min bi sêdara çavên te ve daleqandî dimîne.

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 7.8.2004 15:06:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Azim Yacan
    Azim Yacan

    pir xweşik û wejiye ez gelek kêfxweş bûm. her hebî Omer Dilsoz

    Cevap Yaz
  • Siya
    Siya

    Süper bir yazı olmuş çünkü bende bir kürdüm!!Ve anlıyorum o yazıda ki güzeliği..

    Cevap Yaz
  • Zehra Özgen
    Zehra Özgen

    Valla hiç birşey anlamadığım bir yazıya YORUM yapamam ....
    Lütfedip Türkçe'sini de yazsan ne dediğini anlardık..
    kaç kişiye yazıyorsun ki bunları?

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (3)

Ömer Dilsöz