Li dilê min helhilî
Bêrîna min hincirî
Û gula me veneda
Bilbila min xeyidî
Kezeba min helisî
Xeyalê min hêrifî
Û dil jî min qefilî
Gula min ji qehirî
Lo dilo dilo diloy
Dilê min oy diloy
Bahara me jî dûre
Û berfe lo barane
Dilê min de jî êşe
Bêrîna min jî dişe
Berf,baran û mije
War,wlat pir dûre
Hewar bidin dilan
Refê wan bilbilan
Û zelûl û melûlim
Bîrîna min girane
Dil dixwaze herim
Ez ne ciwan,kalim
Ax jî dûr rê duxan
Ez dawazim herim
Zore zore pir zore
Xeribî mar ê kore
Nişkve dil vedide
Dil,jiyan jehr dike
Lo dilê min helhilî
Bilbila me kelagîrî
Bihar dûre li walat
Dil digirî,dil bêrîne
20.07.2008
Yildirim
Kayıt Tarihi : 25.7.2008 17:03:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2008/07/25/dile-min-herifi.jpg)
TÜM YORUMLAR (1)