Dilê Min Dinale Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2546

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dilê Min Dinale

Oy felek dilê min jî tim dinale,
Ax nizanim nizanim ev çi hale?
Hêstirên min jî hûr hûr dibarin..
Ma ev çi jiyane,oy ev çi rewşe?

Oy felek oy birîana min jî kûre!
Xwelî min be derdê min jî zore,
Û per û paskên min jî şikestîne;
Ax li min wax welat me jî dûre.

Ez bûm êtûn dilê min jî bû agir,
Lo feleko te çima dîsa min xist?
Tu kor bî û her bi çavan nebînî…
Oy ez niznim tu çi min dixwazi?

Oy felek kula dilê min pir kûre,
Û hesreta welatim welat jî dûre!
Tu neyarê minî nahêlî ez biçim,
Êdî rê bide ez herim welat xwe.

Oy felk oy,ax gurê haro xayîno,
Ez memê navçe Qaqizmanê me,
Gundê me Şewan bavê min Eyo
Bêwelatî mam dilê min jî dinale.

06.04.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 7.4.2010 21:52:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Megan Goldberg
    Megan Goldberg

    The way you talk about your passion makes my breath hitch. Tell me more... closer.

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu