Dilê Min Derda Nakişîne

Mehmet Çobanoğlu
2546

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dilê Min Derda Nakişîne

Şev min bun qîr roj min bûn tarî
Vê havînê ber ser min barî
Di dilê min de êşe, kule
Of tu bi her tim li min harî

Ax min nalîne tim dizarim
Ji xemane ez pir bêzarim
Van derdane ez tu nakenim
Tim min qajîne ez diqarim

Nav dilê min de derd û jane
Ev karê hovan û gêjane
Ez bêzar bûm ez bêçare mam
Tu min re bêje dost kîjane

Feleka xayîn çi dixwaze
Dilê min jare pir lawaze
Rondikên min jî tim dibarin
Li min qîrîne û awaze

Êdî bese min neêşîne
Destê xwe ji min vekişîne
Bêbextîya te tim zêde ye
Dilê min derda nakişîne

06.04.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 6.4.2016 23:27:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu