Dilê Min bê Te Şade e

Mehmet Çobanoğlu
2678

ŞİİR


19

TAKİPÇİ

Dilê Min bê Te Şade e

Nav destên te bi mendik
Li ser zendê de sor bendik
Dilê min bi te şad e
Ax, delala min e rindik

Keçik a delal min sehdîki
Van gotinên min jî bikî
Te kirasê xew berhev kir?
Dilê şêrîn min re vekî

Ser pişta te da kember e
Li warê me xweş dever e
Ez qurbanî wê kemberê
Dêre ê bin jî sê-per e

Keçê delal a gundiyan
Mendik pirin li zevîyan
Tu kulîlkî û gulîstan
Xebxeba te xweş tê xuyan

Wek qîr ê çavên te reş e
Dêre ê zer ser te xweş e
Tu mîna tava rojê yî
Dilê min bi te ve geş e

Mehmet Çobanoglu
09.02.2026
Stenbol


Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 9.2.2026 22:30:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!