Hat,
bi awayekî giran giran
di bin ewran re derbasbû,
riyên dirêj,çemên bê binî li hêvîyê bûn,
ji avzêma evînê derbû bû,
kenê germ hê li ser lêvên wê bû,
rihan,beybûn,nêrgiz heval rê bûn pê re...
Çû,
bi lez û bez di tarîyê de winda bû,
di govetîya adarê de çû,
hêşînîya demsalê sêwî ma,
di bin dara behîv de kevokek mir,
şervanek çû ser dilovanîya xwe,
li pê wî,
avhewa dilşewat histû xwar ma..
Kayıt Tarihi : 19.11.2008 17:30:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!